image

PeyamaKurd – Li ser biryara Dadgeha Cezayê ya Navnetewî ya bo desteserkirina Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn, bi hinceta tawanên şer ên li Ukraynayê, Berdevkê Konseya Ewlehiya Netewî ya Amerîkayê Adrienne Watson daxuyanî da.

Watson di daxuyaniya nivîskî de, li ser biryara dadgeha cezayê ya desteserkirina Pûtîn got: “Ti guman jê nîne ku Rûsyayê li Ukrayna tawanên şer û zilm kiriye. Em jî ji bo hesabê wê ji berpirsan bê pirsîn pir zelal bûn. Dadgeha Cezayê aktoreke serbixwe ye û li gorî delîlan wê biryarê bide. Em dixwazin yên tawana şer kirine hesabê wê bidin.”

Li aliyê din Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarovayê jî ragihand ku li gorî wan ti hikmê wê biryara dadgeha cezayê nîne.

Dadgeha Cezayê ya Navdewletî, duh 17ê Adarê bi sedema ku li Ukraynayê tawanên şer li hemberî zarokan hatiye kirin, biryara desteserkirina Pûtîn û komîsera mafên zarokan a rûsî Maria Alekseyevna Lvova-Belova derxistibû.