image

PeyamaKurd – Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Ned Price, derbarê kampên malbatên DAIŞê yên li Rojavayê Kurdistanê de ragihand ku ji bo wan vegerînin welatên hemwelatiyên wan çi ji destê wan tê dikin.

Price di civîna rojane ya rojnamevanî de, li ser pirsa rojnamevanan a derbarê kampên ku malbat û terorîstên DAIŞê di wan de dimînin got, tekane rêya girtina wan kampan vegerandina girtîyan û malbatan bo welatên wan e û di vê mijarê de Amerîka her tiştî dike.

Ned Price li ser serdana Fermandarê Hêzên Navendî yên Amerîkayê (CENTCOM) Orgeneral Michael Kurilla ya Bakurê Sûriyê (Rojavayê Kurdistanê) ku di bin kontrola HSD/YPGê de ye da zanîn ku serdan di çarçoveya şopandina rewşa girtî û malbatên DAIŞê yên di kampan de hatiye encamdan û ew ji bo vegerandina wan bo welatên wan çi ji destê wan tê dikin.

Hêjayî gotinê ye, li gorî amarên Neteweyên Yekbûyî li Kampa Holê ji bilî malbatên DAIŞê ji nêzî 50 welatan çend hezar terorîstên biyanî hene.