image

PeyamaKurd – Beravên rojavayê Hîndîstanê ji ber barana xurt di bin avê de ma û li gorî zanyariyan, herî kêm 127 kesan can daye.

Ji roja Pêncşemê ve beravên rojayê Hîndîstanê di bin bandora baranê dijwar de ye.

Berpirsên Hindistanê ragihandine ku hejmara kesên ji ber lehî û şemitîna axê jiyana xwe ji dest dane gihîştiye 127 kesan û hatiye eşkere kirin ku tenê li eyaleta Maharasthra bi giştî 117 kes ji ber baranên mûsonê û zêdetirî 40 kes jî ji ber şemitîna axê mirine. 

Barîna baranên zêde yên di pêvajoya mezin a mûsonê ku ji meha Hezîranê heta meha Îlonê berdewam dike, dibe sedema lehî û şemitîna axê ku li wan herêman ji sedî 20ê nifûsa cîhanê dijî.

Baranên Mûsonê tevî ku dibin sedema bobelatan herwiha ji bo jiyan û çandiniyê jî xwedî girîngiyeke mezin e.