
PeyamaKurd – Li Hindistanê li eyaleta Assamê ji ber di temenê biçûk de zewicîne 1800 kes hatin binçavkirin. Serokwezîrê Assamê Himanta Biswa Sarma di ser hesabê xwe yê medya civakî de weha ragihand:
“Wê rêvebir li hemberê jinan yên temenbiçûk qet tawîzan nedin û zewaca weha karekî gelek kirête. Operasypn ji bo kesên di bin 18 salan de zewacê kirine hatin kirin û 1800 kes hatine girtin. Kesên di wan zewacan de yên wezîfedarên olî her kîbin, di hedefa me de ne.”