image

PeyamaKurd – Li Beyrûdê di wexta xwepêşandana misilmanên Şî’a de ku bi sîlihan lihev xistin, di bûyerê de 7 kes hatin kuştin, gelek kes birîndar bûn û li ser bûyerê 19 kes hatin binçavkirin. Li gor ajansa Reutersê kesên hatine kuştin Şî’a ne.

Xwepêşandan li ser teqîna sala borî ya li Beyrûdê ku lêpirsîneka nerewa hatibû kirin, darizandin ne bi edalet bû heya niha kes nehatiye girtin, li hemberê wê dihat kirin. Xwepêşandan ji aliyê Hîzbûllah a Lubnanê de hat kirin û Hîzbûllah ji bûyerê grûbên Xîrîstiyan berpirs digre.

Hat ragihandin ku di şer de sîlihên otomotîk û RPG hatine bikaranîn û şer çend si’et dewam kiriye. Niha şer rawestiyaye lê di nav girtiyan de yekî ji Sûriyê jî heye. Serokkomarê Lubnanê ji xelkê dawa aramiyê kir.