image

PeyamaKurd – Li welatê Hindistanê li eyaleta bi navê Assamê ji ber barîna barana zêde di nav 24 sietan de 10 kes jiyana xwe ji dest dan. Li gor ragihandina rêvebirên cîh yên Assamê; ji meha nîsanê heya niha di 3.510 gundan de 3.3 mîlyon mirov ji lehiyê zerarê dîtine û heya niha 117 kes mirine.

Ji ber rêvebir nikarin xwe bigihînin ciyên asê, bi dronan alîkariyê digihînin deveran.