image

PeyamaKurd-Hikûmeta Iraqê îro ragihand ku ji ber tozbarînê, biryara bêhinvedanê hatiye dayîn. Ji aliyê rayedarên Hikûmeta Iraqê ve hat ragihandin ku sibê ji bilî qadên ewlehî û tenduristiyê, dê her der di betlaneyê de be.

Emîndariya Giştî ya Encûmena Wezîrên Iraqê, bi daxuyaniyekê ragihand ku ji ber pêla tozbarînê û rewşa xirab a kêşûhewayê, sibê li Iraqê bêhinvedana fermî hatiye ragihandin. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku di vê bêhinvedanê de tenê dê fermangehên ewlehiyê û tenduristiyê li ser kar bin.

Ji aliyê pisporên hewanasiyê ve jî hat ragihandin ku di encama hatina bandora hewayeke sar a li Deryaya Naverast de; sibê dê keşûhewaya Herêma Kurdistanê û navçeyê seqamgîr bibe û di encamê de leza bayê, ji rojavayê Iraqê ve ber bi Herêma Kurdistanê ve çalak dibe. Pêla bayê heta astekê dê tozbarîn be û dê ber bi navçeyê ve were. Hat ragihandin ku tozbarîn dê ji piştî nîvrojê, heta nîvê şevê zêdetir bibe.