image

PeyamaKurd – Li Rûsyayê jinekî ji bo salvegera jidayîkbûna mêrê xwe balafirekî kirê kir lê balafir ket û di encamê de mêrê jinikê û pîlot giran birîndar bûn. Wezareta rewşên lezgîn ragihand ku ji bo balafir bi hewa bikeve îzna balafirê hatiye sitendin û li ser bûyerê lêpirsîn hatiye destpêkirin.

Balafir li herêma Altayê nêzî gundê Starobelokurikha ketiye û tîpa balafirê Aeroprakt A-22 ye. Wezaret tîmên xwe şand deverê û dît ku di balafirê de pîlot Sergey Zuravlev û Anton Nagorny giran birîndar bûne. Yekser wan sewqê nexweşxanê kirin.

Hevjîna Anton Nagorny ê birîndar ji bo rojnamevanan ragihand ku bi sedema salvegera 34 em jidayîkbûna wî, weka diyarî balafirê kirê kiriye û wê hevjînê wê bi balafirê 20 deqe bifiriya lê piştî balafir bi hewa ketiye, qeza kiriye û ketiyê xwarê. Hevjîna wî got ku zilamê wê giran birîndare di ling û qorika wî de şikestin heye. Rewşa pîlot girane û şi’ûra wî hatiye girtin.