image

PeyamaKurd – Wezîrê bergiriyê yê Îngîltere Wallace li ser peymana ku bi Awûstralya re çêkirine, bi sedema Fransa bertekê nîşan da axifî û got li pişt peymanê ti qurnazî tineye û ne ku ew Fransayê sivik dibînin.

Wezîrê bergiriyê Ben Wallace di Kamara Awamê de behsa betalkirina peymana di navbera Fransa û Awûstralya kir ku Amerîka û Îngîltere weka sedem tên zanîn, kir û got ku Awûstralya bi Amerîka û Îngîltere re mafê bijartinê bikaraniye û Amerîka û Fransayê weka hevkarên herî nêz yê Îngîltere binav kir.

Ben Wallace di daxwuyaniya xwe de got ku Amerîka bingeha NATO ye di mijara ewlehiyê de ji welatekî Awrûpa bêhtir li ser asayîşa Awrûpayê mesrefê dike û bi deh saleye ku Amerîka garantorê ewlehiya Awrûpayê ye û divê ev nê jibîrkirin.

Ben Wallace got ku bi Fransayê re di mijara sîlihên tevlihevde, di têkoşîna li hemberê terorê de, di mijara Afrîka û di salên dawiyê de li Iraqê û Sûriyê bi hevre xebitîne û weha got:

“Niyeta hukumeta Îngîltere tineye ku Fransayê sivik bibîne, xemgîn bike an navbera xwe û Fransayê nexweş bike.”

Îngîltere û Amerîka bûn sedema ku peymana di navbera Fransa û Awûstralyayê ya bi miqdarê 90 mîlyar dolarî betal kirin.