image

PeyamaKurd – Gengeşeyên li Bexdayê bi mehaye dewam dikin û ji bo çareseriya wan serokwezîrê Iraqê Mustafa Kazimî do bang li terefên siyasî kiribû ku îro ‘civîna netewî’ çêbikin. Li ser banga Kazimî îro terefên siyasî tevlî civînê bûn lê Tevgera Muqteda Es-Sadr tevlî civînê nebû. Serokkomarê Iraqê Berhem Salih, serokwezîr Mustafa Kazimî û serokê parlementoyê Muhammed Halbûsî jî tevlî civînê bûn û terefên siyasî ji bo çareseriya pirsgirêkan bûn hemfikir ku di çarçoveya destûra Iraqê de ‘hilbijartina pêşwext’ bikin.

Civîn her weha bi amadebûna nûnera taybet ya Neteweyên Yekgirtî ya Iraqê Jeanine Hennis Plasschaert de çêbû. Piştî civînê 5 xal hatin ragihandin:

1- Terefên tevlî civînê bûn ragihandin ku ew girêdayê nirxên netewî ne. Hem di mijara çareseriya pirsgirêkan de tekane rê ya diyalogê ye, divê bawerî bi riha biratiyê hebe, yekîtiya axa Iraqê, baweriya bi xelkê û parastina îstîqrara welat bêparatsin. Hemû teref wê sîstema destûrê ya demokratîk bidomînin. Ji bo arîşe çareser bibin, wê berjewendiyên netewî bên destekkirin.

2 – Terefên tevlî civînê bûne qebûl kirin ku dema krîza siyasî dertê car din di rêya hilbijartina pêşwext de dikarin pirsgirêka xwe çareser bikin.

3 – Terefên tevlî civînê bûn, ji bo ji daxwazên xelkê Iraqê xizmetê bikin û bigihên daxwazên xelkê, bang li Tevgera Sadr dikin ku tevlî diyaloga netewî bibe.

4 – Ji bo dewama çareseriya krîza heyî lihev kirin ku ji bo nexşerêyekî qanûnî çêbikin li ser diyaloga netewî lihev kirin.

5 – Terefên di civînê de bûn qebûl kirin ku dev ji gengeşeyên di temamê sehayan de, medya û sehayên din de dawî li ragihandina bînin, dezgeyên dewletê bên parastin, xwe ji tacîzê dûr bixin û nehêlin tiştên dijberiyê diafirînin çêbibin û xwe bidin ser diyaloga aştiyane.

Kesên tevlî civînê bûn xwestin ku medya Iraqê destekê bide diyaloga netewî û pêvajoya çareseriya siyasî.