
PeyamaKurd - Nirxê lîreyê Tirk ji encamdana hilbijartina 28ê Gulanê ya serokomariyê û vir de her roj li hember dolar û euro kêm dibe. Di roja dawî ya hefteyê de, nirxê dolar gihîşt nêzî 24 lîreyên Tirk û rekoreke nû hate tomarkirin.
Nirxê dolarê Amerîkî îro 9ê Hezîranê gihîşt 23,56 Lîreyê Tirkî û Euro jî gihîşt 25,73 lîreyan ku ev bilindbûn wekî rekoreke dîrokî hate tomarkirin.
Hêjayî gotinê ye, piştî ragihandina hikûmeta nû ya Tirkiyê ku Mehmet Şîmşek wek wezîrê darayî û xezîneyê dest bi kar kiriye, rojane nirxê dolar û euro li hember lîreyê Tirkî bilind dibe. Şîmşek dixwaze ji nû ve rêbaza aboriya navnetewî bîne Tirkiyeyê ku ev çend sal in Tirkiyeyê modeleke xwe ya xweser pêk anîbû û ew jî bûbû sedema bilindbûna enflasyon û hejariyê li Tirkiyeyê.
Tê çaverêkirin di demeke nêzîk de biryara bilindkirina faîzan bê dayîn daku tansîyona dolar bê kêmkirin û veberhênerên biyanî bo bazarên Tirkiyeyê bên kişandin.