image

PeyamaKurd- Ji aliyê Berdevkê Kremlînê Dmitri Peskov ve hat ragihandin ku Rusya di asankirina hevdîtina navbera Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayip Erdogan û Serokê Dewleta Suriyeyê Beşar Esed de navbeynkariyê bike.

Dmitri Peskov, bi rêya civîna çapemeniyê nirxandina rojevê kir û pirsên rojnamevanan bersivandin.

Li gorî nûçeya RIAyê, Dmitri Peskov diyar kir ku hegera muzakereya di navbera Erdogan û Esad de heye ku bi navbeynkariya Rusyayê were kirin.

Peskov diyar kir ku ev yek di berjewendiya îstiqrar û aştiya Suriyeyê de ye û Rusya amade ye ji bo vê yekê asankariyê bike û da zanîn ku heta niha di derbarê vê mijarê de jî hûrgilî tunene.

Dimitri Peskov, li ser pirsa, “Gelo ji bo hevdîtina Erdogan û Esad gavên berbiçav hatine havêtin yan na?” ev bersiv da:

“Bi îhtîmaleke mezin dê hevdîtin çêbibe. Hûn dizanin ku di çend salên dawî de Serok Putin bi caran diyar kiriye ku ji bo li derdora Suriyeyê û li nav Suriyeyê, aştî û aramî pêk were, ew amade ye hemû pêwendiyan bi kêfxweşî pêşwazî bike û helbet Rusya amade ye ku bi her awayî vê asankariyê çêbike.”