image

PeyamaKurd – Serokwezîrê nû yê Îsraîlê Naftalî Bennett, di yekem civîna encûmena wezîran de, derbarê serokomarê nû yê Îranê Îbrahîm Reîsî daxuyanî dan.

Bennett, hilbijartina Reîsî wekî îşareteke hişyariyekê bo hêzên super şîrove kir û got, divê hişyar bibin. Ev sinyala dawî ye bo vegera Îranê ya li peymana nukleerî ye. Divê bizanin bê li hember wan kî heye. Nabe ku rejîma celadan bibe xwediyê çekên ruxandina girseyî.”

Wezîrê Derve yê Îsraîlê Yair Lapid jî li ser twitterê hilbijartina Reîsî şîrove kir û got, “Rejîma tundrew pabendî hewlên xwe yê atomî ye.”

Lapid herwiha diyar kir, “Serokomarê nû yê Îranê ku wekî Qesabê Tehranê tê naskirin, ji mirina bi hezaran kesan berpirse û tundrewek e.”