image

PeyamaKurd – Cîgirê Serokwezîrê Rûsyayê Aleksandr Novak, derbarê avakirina projeya navenda gaza rûsî li Tirkiyê de, ragihand ku xebatên wan dewam dikin û ew dikarin navenda herî mezin a Ewropayê ya gazê ava bikin.

Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn di meha Cotmehê ya borî de, ji bo veguhestina gaza rûsî bi ser Ewropayê de, pêşniyar li Tirkiyeyê kiribû û Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan jî ew pêşniyar bi erênê pêşwazî kiribû.

Aleksandr Novak, da zanîn ku ew hêvî dikin proje di demeke nêzîk de bikeve warê bicihkirinê û diyar kir, niha li ser nexşerêyê şandên herdu welatan dixebitin û ew bawer edi demeke nêzîk de li ser çêkirina projeyê li hev bikin.