image

PeyamaKurd – Li Îranê kesên jîr û pisporên warên cuda ji ber xwedî derneketina li wan û piştguhkirinê terka Îranê didin û diçin welatên din. Herî dawî jî li Îranê, ji koma 86 welatiyên ku xelata Olimpiyadê wergirtine, 82 ji wan koçber bûne û xaka Îranê bi cih hiştine.

Li gorî amarên deshilatdarên rejîma Îranê belav kirine, welatiyên pispor û elît, bi taybetî kesên bijarde ku wergirê xelata pisporiyê ne, bi sedema girîngî pê nedana rejîmê terka Îranê kirine.

Serokê Civata Îstîdadên Bilin (Jîrî) Sefter Zarê`î Husênabadî, ragihandiye: “Ev kesên jîr û pispor ên Îranê ku, di warên cuda de serkeftin bidest xistine û karîne di pisporiya xwe de xelatan bidest bixin, bi hegera piştguhkirina xwe ji aliyê rejîmê ve, dilsar dibin û Îranê bicih dihêlin û berê xwe didin welatên biyanî.”

Husênabadî gotiye: “Ji 86 welatiyên xelatgirên Olimpiyadê, 82 kes ji wan welat bicih hiştine, herwiha ji sedî 95ê welatiyên pispor û lêzan ên Îranê, dev ji welat berdane.”