image

PeyamaKurd – Rêberê Tevgera Sedir Muqteda Sedir, pêşniyareke nû ji bo avakirina hikûmeta nû ya Iraqê pêşkeşî aliyan kir.

Li gorû nûçeya Şefeq News a Iraqê ku dispêre çavkaniyeke siyasî, Muqteda Sedir peyamek ji Çarçoveya Hemahengiyê re şandiye û tê de ji bo avakirina hikûmeta pêşniyarek kiriye.

Hat diyarkirin ku Sedir, di pêşniyara xwe de gotiye, divê di hikûmeta ku were damezrandin de hem Tevgera Sedir hem jî Partiya Dewleta Yasa ya Nûrî Malîkî cî negire.

Herwiha di nûçeyê de hatiye eşkere kirin ku Sedir di pêşniyara xwe de diyar kiriye ku wê erka çûyîna hilbijartinan a hikûmeta bê pêkanîn hebe û serokwezîr jî bi dengên Tevgera Sedir û Çarçoveya Hemahengiyê were hilbijartin.

Hêjayî bibîrxistinê ye, krîza siyasî ya li Iraqê berdewam dike û alîgirên Sedir jî xwepêşandanên xwe yên li Herêma Kesk a Bexdayê didomînin.

Sedir banga hilweşandina parlamentoyê û hilbijartina pêşwex kiribû.