image

PeyamaKurd - Serokê Komîsyona Pêwendiyên Derve ya Senatoya Amerîkayê Bob Menendez, derbarê mijara firota balafirên F16 bo Tirkiyê, operasyonên ser Rojavayê Kurdistanê û endamtiya NATO ya herdu welatên Swêd û Fînlandê de ku Tirkiye dibe asteng daxuyanî dan.

Bob Menendez, di televizyona Yûnanistanê ya dewletê ERT de bersiva pirsên jê hatin kirin da û li ser mijara F16an gotn, “Di rewşa heyî de, qet niyeta min nîne ji bo firotina F16an bo Tirkiyeyê razî bibim.”

Menendez, ji bo pirsa derbarê operasyona muhtemel a bejahî ya Tirkiyeyê li ser erda Rojavayê Kurdistanê jî wiha axivî:

 “Dîplomasî hin caran li piştperdeyê tê kirin. Ez bawer dikim, rêveberiya Joe Biden, li ser encamên rûdaneke wiha ravekirinek ji Tirkiyeyê re kiriye.”