image

PeyamaKurd – Serokê Amerîkayê Joe Biden di ser hesabê xwe yê Twitterê de peyamekî belav kir û di peyama xwe de Tirkiye, Fînlandiya û Îsweçê bi sedema li ser endamtiya NATO yê lihev kirin, wan pîroz kir. Biden di peyama xwe de weha got:

“Ji ber peymana sêqolî îmze kirin ez, Îsweç, Fînlandiya û Tirkiyê pîroz dikim. Ev pêngavekî krîtîke di dawetkirina Îsweç û Fînlandiyayê ji bo endamtiya NATO yê. Wê hevkariya me xwurt bike û hêza me ya hevpar qewî bike. Ji bo destpêka zîrwa NATO yê xeberekî pir xweş e.”

Biden di ser hesabê xwe yê Twitterê de wêneyekî serokkomarê Fînlandiyayê Sauli Niinistö û serokwezîra Îsweçê Magdalena Andersson ku bi Biden re li Koşka Sipî kişandine belav kir.