image

PeyamaKurd - Şêwirmendê berê yê Asayîşa Netewî ya Amerîkayê John Bolton li ser vegera li peymana atomî ya ligel Îranê nirxandin kir û got, çareseriya herî baş jinavbirina sîstema deshilatiya Îranê ye.

John Bolton da xuyakirin ku rêkeftina atomî ya welatên 5+1 li gel Îranê gelek xalên xirab tê de hene û got: “Sîstema hukimraniya Îranê piştevaniya gel bixwe li wî welatî jê re tine û pêwîste nakokiyên di navbera desthilatdarên bilind ên Îran û sipaha pasdaran de bên ava kirin.”

Şêwirmendê berê yê Asayîşa Netewî yê Amerîkayê destnîşan kir, çareseriya herî baş li şûna rêkeftina atomî de jinavbirina sîstema hukimraniya Îranê ye û piştî hilweşandina wê desthilatê, pêwîste stratejiyek bê danîn ku desthilata nû ji bidestanîna çekên atomî bê dûrxistin.

Rêkeftina atomî ya Îran û welatên 5+1 di sala 2015ê de li bajarê Lozan a Swîsrê hate îmza kirin û li gor wê rêkeftinê dê dest ji çêkirina çekên atomî berde û Amerîka jî cezayên li ser wî welatî dê sivik bike.

Şeva 08.5.2018ê serokê Amerîkayê yê wê demê Donald Trump biryara vekişîna Amerîkayê ji wê rêkeftina atomî ya Îran û welatên 5+1 îmze kiribû ku piştî hatina ser kar a Joe Biden ji bo vegera li peymanê li Vîyenayê danûstandin jî nû ve dest pê kirin..

Welatên 5+1 ji pênc welatên endamên daîmî yên encûmena asayîşa navnetewî yên Amerîka, Fransa, Rûsya, Brîtanya û Çîn û Almanya pêk tên.