image

PeyamaKurd – Serokê dewleta Endonezyayê Joko Widodo ragihand ku seredana serokê Ûkraynayê Zelenskiy li Kîevê kiriye û peyama serok Zelenskiy ji serokê Rûsyayê Vladimir Putin re biriye. Widodo, li Moskovayê, bi Putin re civînekî çapemeniyê lidar xist û Putin, balê kişand ser seredana Widodo û weha got:

“Cara yekê ye Widodo seredana Rûsyayê dike.Ez kêfxweşim ku Widodo li Kremlînê dikim mêvanê xwe. Birêz Widodo cara yekeme ku payîtexta me Moskovayê ziyaret dike. Em ji seredana wî razî ne. Dixwazim bejim Endonezya li Asya-Pasîfîkê hevkarekî me yê girînge. Em ji pêwendiyên hev berjewendiyên erênî bidest dixin.”

Putin behsa veberhênanên Rûsyayê li Endonezyayê, gihandina alavan ji bo wê derê, krîza di navbera welatên rojava û Rûsya de û krîza hubûbatan ya di dinyayê de kir. Li ser mijara nama Zelenskiy, serokê Endonezyayê Widodo jî got ku berya Moskovayê seredana Kîevê kiriye, bi Zelenskiy re hevdîtin kiriye û weha got:

“Min peyamekî ji serok Zelenskiy ji bo serok Putin anî û ez amade me di navbera her dû lîderan de têkiliyan deynim.”

Endonezya behsa naveroka peyamê nekir lê rojnamevan pirsa naverokê ji berdevkê Kremlînê Peskov kirin. Peskov jî got ku hêj naveroka peyamê nizane.