image

PeyamaKurd- Endamê Komîteya Rêveber a PKKê Mûrat Karayilan, di derbarê hilbijartinên Serokomariya Tirkiyeyê û alîgirên CHPê de axivî û diyar kir ku heger namzedek din yê CHPê bûya, pêkan bû ku di hilbijartinê de bi ser bikeve.

Mûrat Karayilan, li ser pêvajoya Hilbjartina Serokomariya Tirkiyeyê ya gera duyem a 28ê Gulanê axivî û îdia kir ku hilbijartin ne adilane ne û axaftina xwe bi vî awayî berdewam kir:

“Hikûmetek 21 salî vê encamê bi kar tîne, hemû hêz û qanûnên dewletê, bê pêvan û bê sînor bi kar tîne lewra encama ku derketiye, ne rewa ye.”

Karayilan diyar kir ku di encamê de Erdogan careke din hat hilbijartin û wiha got:

“Li gorî min, pêwîst e êdî rastî bi awayekî zelal bên vegotin. Ez wisa difikirim ku êdî dem hatiye ku em bibêjin 'qral tazî ye.' Dijberê Erdogan Kurd û Elewî bû. Ji bo wê deng nehat dayîn. Eşkere ye ku sosyolojiya ku pergala Komara Tirkiyeyê ava kiriye, nahêle Kurdekî Elewî bibe Serokomar.

“Kiliçdaroglu, mirovekî dilsoz xuya dike”

Kılıçdaroglu, kesekî dilsoz xuya dike. Bi salan xizmeta dewletê kiriye. Wî temenê xwe daye vê yekê. Qet bertîlê ango heramiyê negirtiye. Wî xebatek da meşandin. Bi rastî jî bi diyalogên xwe gelek beşên civakê gihandin hev û din.”

"Ew vîdeo, ya 2 sal berê ye"

Murat Karayilan li ser montaja vîdeoya hilbijartinê ya ‘Haydî’ ya Tifaqa Miletê ku Serokomar Erdogan di pêvajoya hilbijartinê da wekî "berhema ciwanên aqilmend" bi nav kir de jî axivî û got,

“Vîdeoya montajkirî hebû ku dîmenên min bi xwe dihatin bikaranîn. Min vîdeoya ku 2 sal berê li wir bi minasebeta merasîmekê hatî bikaranîn kişandibû.

Ev dîmen montaj in û Erdogan jî li xwe mikur hatibû lê belê tevî vê yekê jî heta dawiyê xwedî li wê vîdeoya montajê derketin. Lê belê CHPê ev yek nekir, di gera duyemîn de gotina xwe guhert. Lê belê heger li şûna vê yekê, divê hewil bida çareserî, demokrasî, aştî, aborî û hwd. û heger di siyaseta xwe de israr bikira, di gera duyemîn de dê dengên zêdetir bigirtana. Bi kurtasî, wan xeletiyên wiha kirin.”

“Heger namzedek din bûya, dibû ku bi ser biketa”

Karayilan diyar kir ku partiya wan, ne partiya hilbijartinê ye û da zanîn ku hilbijartin ji bo wan ne pirsgirêkeke bingehîn e û axaftina xwe bi vî awayî berdewam kir:

"Pêwîst e sosyolojiya li Tirkiyeyê hatiye afirandin, rast were xwendin. Jixwe ev pirsgirêka endamên CHPê û heta hinek Kurdan bû. Ji ber ku Kurd jî di vê mijarê de xwedî hin nêzîkatiyên şaş bûn. Mînak heger ew namzetê CHPê yê cuda bûya, pêkan bû ku bi ser biketa. Kêmasiya namzet û zelalkirinê hebû."