image

PeyamaKurd – Şîrketa ku nêzî payîtexta Yûnanistanê Atînayê bû ya bi navê European Product Carriers ku dikeve devera Glyfadayê, xebatkarekî wê yê berê avêt ser şîrketê. Di avêtina ser şîrketê de xwediyê şîrketê û 2 kesên din bi tivinga nêçîrê kuşt. Paşî jî xwe kuşt.

Piştî kujer her sê kesan kuşt, gelek polîs û ambûlans çûn ciyê bûyerê û xwestin kujer razî bikin da teslîm bibe lê razî nebû û xwe jî kuşt.

Polîs ragihand ku kujer bi xwe Misriye, 70 saliye û çendeyek berê ji kar derxistine. Şîrketa European Product Carriers xwediyê tankêrên petrolê û 35 fîloyên keştiyaye.