PeyamaKurd- Namzedê Serokomariyê yê Tifaqa Millet û Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu, li Navenda Giştî ya CHPê li ser encamên gera duyem a hilbijartinên Serokomariyê daxuyanî da.
Kemal Kiliçdaroglu di daxuyaniya xwe de got, "Ji niha û pê ve beriya her tiştî ez dixwazim bibînim ku 25 milyon welatiyên ku dengên xwe dane min, bi moral li ser lingan bisekinin. Meşa me dewam dike, em li vir in."
Kiliçdaroglu, daxuyaniya yekem a piştî encamên ne fermî yên hilbijartinê bi vî awayî da:
"Min nekarî ez bihêlim ku mafê te têk biçe, ez ê nehêlim. Ez birayê te me, hevalê te me, mamê te me. Ji bo tu wekî mirovekî/e vê xakê di nav bereketê de bijî, ez ji bo mafê te têkoşiyam, ez ê têkoşîna xwe berdewam bikim.
Her roja ku buhayê her tiştî bilind dibû, dilê min bar nedida ku pişta gelê min di bin de xuz bibe.
Wekî mirovekî ji van xakan ez her tim ji bo maf û hiqûqa te têkoşiyam ku tu kes zulmê li te neke, tu di nav hebûnê de bijî û ez ê vê têkoşîna xwe bidomînim.
Di van salên dawî de me pêvajoya hilbijartinê ya herî neheq dît. Hemû derfetên dewletê ji bo partiyeke siyasî hatin seferberkirin, xistin bin lingên yek kesî. Ez spasiya serokên Tifaqa Milet, rêxistinên wan, hilbijêrên me û welatiyên xwe yên ku li ser sindoqan xwedî derketin, li hember van zextên exlaqî û neqanûnî û hewaya tirsê ya ku dixwest belav bibe, têdikoşim.
Ligel hemû zextan jî vîna gel a guhertina desthilatdariyeke otorîter derket holê. CHP û Tifaqa Milet bi hemû pêkhateyên xwe li her qadê şer dikin. Heta ku demokrasiyeke rast were welatê me, em ê bibin pêşengên vê têkoşînê.
Em dikarin ji bo vî welatî çi bikin? Sedema sereke ya xemgîniya min pirsgirêkên pir mezin in ku li benda welat in. Em ê bibin kesên ku pêşî li wan tengasiyan bigirin.
Di serî de ez dixwazim 25 milyon welatiyên xwe yên ku deng dane min, bi moral û li ser piyan bibînim. Meşa me berdewam e û em li vir in."