image

PeyamaKurd – Li Amerîkayê li eyaleta Texasê li navça Colleyvilleyê, di kenişta (sinagog) bi navê Beth İsraîl de, di wexta ku îbadetên xwe dikirin, bi awayekî zindî ayîn dihat weşandin. Di wexta ayînê de kesekî çekdar temamê kesên ku îbadetên xwe dikirin dîl girt.

Li ser bûyerê, gelek polîs çûn ciyê bûyerê. Li gor ragihandina polîsê Colleyville; tîmên SWAT ê çûne ciyê keniştê. Polîs xwest ku hemwelatî ji ciyê bûyerê xwe dûr bixin. Polîs rûniştvanên li dora keniştê tehliye kir.

Kes nizane çend kes di sînagogê an ku di keşintê de hene û mijar zelal nebûye.