image

PeyamaKurd – Keştiya bi navê NAVISTAR a ku 33 hezar ton misir ( lazût) barkiriye û ji Ûkraynayê ketibû ser rê giha bajarê Îstenbolê. Keştî do ji bajarê deryayê yê Ûkraynayê ji Odessayê derketibû rê û niha li Îstenbolê ye. Wê NY, Rûsya, Ûkrayna û Tirkiye li Îstenbolê  kontrola keştiyê bikin û wê keştî di rêya xwe de here Îrlandayê.

Wezareta bergiriyê ya Tirkiyê ragihand ku ciyê ji bo rawestina keştiyê hatiye destnîşankirin, keştî li wir rawestiyaye.

Keştiya bi navê ‘Rojen’ ku bi ala Maltayê ye û 13 hezar ton misir barkiriye û keştiya bi ala Tirkiyê ya bi navê ‘Polarnet’ ê, wê di çend sietên pêşiya me de bigihên Îstenbolê.