image

PeyamaKurd – Keştiya Amerîkayê ya balafirhilgir ya bi navê USS Dwight D. Eisenhower di ser Buhira Hurmizê de derbasî Kendava Basrayê bû. Tê gotin ku keştî li hemberê Îranê, li hemberê welatên hevkarên Îranê û grûbên ku destekê didin Hamasê, derbasî Kendavê bûye.

Fermandariya navendî ya Amerîkayê (CETCOM) daxwuyaniya gihîştina keştiyê ya Kendava Basrayê da. Li gor CENTCOMê; keştî ji bo serbestiya seyrê wê dewriye bigere û bibe dermanê pêdiviyên herêmê. Wê bi keştiya Amerîkayê re keştiya deryayê ya Fransayê jî rêhevaltî bike.

Wezîrê berevaniyê yê Pentagonê yê Amerîkayê Lloyd Austin, di dawiya Cotmehê de gotibû ku difikirin li hemberê grûb û dewletên ku peykên Îranê ne, keştiyê bişînin herêmê.

Bi taybetî piştî êrîşên 7ê Cotmehê, Hûsiyên Yemenê, mucahidên ku Îran wan destek dike, xebatên xwe zêde germ kirine û êrîşên wan zêde bûne.