image

PeyamaKurd- Wezîrê Rêveberiyên Herêmî û Civak û Îskanan Simon Clarke ragihand ku dê Keyê Brîtanyayê Charlesê 3yemîn, tevlî lutkeya navneteweyî ya avhewayê ya li Misirê nebe.

Di daxuyaniya ku hat dayîn de hat diyarkirin ku îdiayên ‘ev biryar di navbera koşk û hikûmetê de bi hevparî hatiye dayîn û ferman li Keyê Brîtanyayê hatiye kirin ku tevlî vê lutkeya li Misirê nebe’ îdiayên dûrî rastiyan in.

Clarke da zanîn ku gotinên ‘Serokwezîra Brîtanyayê Liz Truss naxwaze tevlî lûtkeyê bibe’ ne rast in û hikûmet bi biryar e ku hedefên xwe yên avhewayê yên 2050 bi cih bîne.

Li gorî nûçeyên ku di rojnameya The Sunday Timesê de hatin parvekirin, Keyê Brîtanyayê Charlesê 3yemîn, vê biryara xwe piştî nerazîbûna Liz Truss daye.