image

PeyamaKurd – Koalîsyona Ereb ya di bin serpereştiya Erebistana Si’ûdî de ku hukumeta Yemenê destek dike ragihand ku hêzên wan li Derya Sor 2 tekneyên tije bombe yên Hûsiyan îmha kirine. Nûçe di ser hesabê ajansa Erebistanê ya bi navê SPA yê, di ser hesabê wê yê Twitterê de hat belavkirin.

Li gor ajansê 2 tekne li bajarê Hudeydeyê nêzî navçeya Es-Salîfê li ser deryayê hatine îmhakirin û îhtîmala êrîşê ji ortê hatiye rakirin. Di ragihandinê de hat diyarkirin ku tevgerên Hûsiyan li Derya Sor û Buhira Babul Mendebê bazirganiya navdewletî û gihandina di ser deryayê de tehdîd dike.

Di mijarê de heya niha Hûsiyan ti agahî nedaye çapemeniyê.