image

PeyamaKurd – Li gor ragihandina koalisyona navdewletî; li Iraqê kêm xebatkarên wan mane û li baregeha Beledê nûnerên wan qet nemane. Lewra ew êrîşên ku tên kirin, tê vateya êrîşên ser xelkê Iraqê.

Di sala 2014 an de piştî zêdetirê nîvê axa Iraqê ket destê DEAŞ ê, hukumeta Iraqê ji koalisyona di bin serpereştiya Amerîkayê alîkarî xwest.

Di wextên borî de gelek caran grûbên Şîa daxwazname didan meclisa Iraqê û dixwestin hêzên koalîsyonê ji Iraqê vekişin.