image

PeyamaKurd – Îro bi amadebûna aliyên Şandeyê Navdewletî yê Taybet bo Sûriyê û şandeyên rêjîm, opozîsyon û civaka sivîl ên Sûriyê, li Cenêvê gera Şeşemîn a Komîteya biçûk a Komîteya Destûra Sûriyê tê lidarxistin.

Komîteya Destûra Sûriyê, ku ji aliyê Neteweyên Yekgirtî ve ji nûnerên opozîsyon û rejîmê hatiya avakirin, piştî astengkirina çend mehan dîsa vedigere karê xwe û îro li bajarê Cenevê yê Swîsreyê dicive.

Ev komîte, îro Duşemê xebata gera şeşemîn piştî rawestandina çend mehan destpê dike, di demekê de ku gera pêncemîn a civînên vê komîteyê di Çileya borî de hate lidarxistin û bêencam bi dawî bûn.

Ji bo destpêkirina vê gerê, do civîneke amadekariyê ji bo vê gera li navenda Neteweyên Yekgirtî li Cenevê hat kirin, tê de hevserokên komîteyê (Hadî Behra yê aliyê opozîsyonê û Ehmed Kizberî yê aliyê rêjîmê) û Pedersen amade bûn.

Di wê çarçoveyê de, rojnameya El-Watan a girêdayî rejîmê do diyar kir, Pedersen berê pêşniyarek ji şandeyên beşdar re şandiye ku deqên her çar perensîbên destûrê werin nîqaşkirin.

Herwiha da zanîn: “Hatiye lihevkirin ku rojê deqa perensîbeke destûrê were gengeşekirin. Roja dawiyê jî xalên li ser hatine lihevkirin û xalên nakok werin gengeşekirin.”

Ji aliyê xwe ve, Serokê Desteya Danûstandkar a Opozîsyona Sûriyê Enes El-Ebde ragihand: “Rêbaza nû ya Pedersen pêşkêş kiriye, me li ser wê li hev kiriye.” Di berdewamiyê de got: “Ev rêbaza nû, hewlek e ji bo ji qonaxa gengeşekirinê derbasî qonaxa dariştinê bibin.”

Desteya Biçûk a Komîteya Destûrê, ku 45 endaman pêk tê, 15 nûnerên rêjîmê, 15 nûnerên opozîsyonê û 15 nûnerên civaka sivîl, heta niha 5 gerên danûstandinan li Cenêvê di bin serperiştiya navdewletî kirine, lê ti gavên cidî nehatine avêtin.

Ji aliyekî din ve, endamê komîteyê yê ji ber civaka sivîl ve Silêman El-Qirfan ji rojnameyeke Erebî re da zanîn: “Gera şeşem wê ji yên berê ne cudatir be, ji ber ku lihevkirineke rasteqîn û piştgiriya dewletên pêwendîdar bi dosyaya Sûriyê tune ye.”