image

PeyamaKurd – Konseya Ewlehiyê ya Iraqê di bin serokatiya serokwezîr Mustafa Kazimî de civiya û bang li Îranê kir ku êrîşên xwe rawestîne. Baregeha serokwezîrtiya Iraqê ragihand ku:

“Serokwezîr û serfermandarê giştî yê artêşa Iraqê Mustafa Kazimî, wezîrê karên hundir û hinek fermandarên ewlehiyê li ser ewlehiya Iraqê rawestiyane û serokatiya civînê Mustafa Kazimî kiriye. Mustafa Kazimî xwepêşandanên aştiyane yên mafxwaz bi xweşbînî pêşwazî kiriye.

Konsey, êrîşên ser herêma Kurdistanê şermezar kiriye û red kiriye ku ji bo çareseriya pirsgirêkan,welatên din Iraqê bike seha cengê an gengeşê. Di daxwuyaniya konseyê de xwestine ku êrîşên Îranê rawestin.

Herî dawiyê di êrîşên ser Herêma Kurdistanê de, Îranî 14 Kurdan şehîd dixstibûn û 50 kesan birîndar kiribûn.