image

PeyamaKurd – Konsolosê berê yê Tirkiyê yê Kabîlê Ali Sait Akın, tevlî konferansekî bû û li ser Talîbanê şiroveyên balkêş kir. Akın behsa têkiliyên navbera Tirkiyê û Afxanistanê kir û got divê Tirkiye bi Talîbanê re têkiliyên xwe dewam bike. Akın her weha ragihand ku di mijara têkoşîna Talîbanê ya li hemberê terorê de Talîbanê diecibîne.

Akın, di navbera salên 2015-2017 an de li Kabîlê bû û axaftina xwe, di Enstîtuya Stratejîk ya Ramanî de kir û di behsa têkiliyên Tirkiye û Afxanistanê de got ku her du millet dost û birane. Akın weha got:

“Osmanî siyaseta ku li rojava ya di derbarê Îslamê de dimeşand, li rojhilat li Afxanistanê meşandiye. Afxanistan di wexta rizgarkirina Tirkiyê de destekê daye Tirkiye. Ji xwe di tarîxa berê de gelek Tirk ji Afxanistanê hatine. Her dû welat di dîroka hevpar, çand, ol û di bicîhanîna egerên olê de digihên hev.”