image

PeyamaKurd - Koreya Bakur îro 27ê  Çileyê 2022yan du moşekên din ên duravêj ên balîstîkî ceribandin. Di mehekê de şeşemîn care ku Koreya Bakur ceribandinên moşekî dike.

Artêşa Koreya Başûr ragihandiye ku moşek bi saeta herêmî di 8ê sibê de hatine ceribandin û 2 muşekên cuda ji axa Koreya Bakur ber bi deryaya li başûrê welêt hatine firandin û ew moşek ji jêr 20 kîlometre jortir bi qasî 190 kîlometre çûne.

Koreya Bakur di meha Çileyê de di 6 caran de bi kêmî 10 moşekên cuda firandine.

Wezareta Derve ya Amerîka Koreya Bakur ji ber ceribandina moşekan şermezar kir û bi bîr xist ku ew welat biryarên Encûmena Asayîşa Navdewletî binpê dike.

Rêvebirên Japonya û Koreya Başûr dane xuyakirin ku Koreya Başûr bi ceribandina moşekan fikaran çêdike.