image

PeyamaKurd – Koreya Başûr û Japonyayê ragihandin, Koreya Bakur ceribandina moşekeke balîstîk li ser rêya Deryaya Japonyayê (Derya Rojhilat) kiriye.

Serfermandariya Hevbeş a Koreya Başûr diyar kir, ceribandin li gorî dema herêmî saet 11:05an ji bakurê rojavayê herêma Tongchangri pêk hat.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Artêşa me bi hevkariya nêz a bi Amerîkayê re helwesta xwe didomîne, di heman demê de amadehiya çavdêrî û hişyariyê xurt dike."

Japonyayê eşkere kir, moşeka balîstîk a ku herî zêde bilindahiya wê 50 kîlometre ye, 800 kîlometre li hewa geriyaye û ketiye Deryaya Japonyayê.

Cîgirê Wezîrê Parastinê yê Wezareta Parastinê ya Japonyayê Ino Toshiro ev ceribandin wekî "bi tevahî nayê qebûlkirin" bi nav kir.

Hikûmeta Tokyoyê da zanîn, moşek li derveyî herêma taybet a neteweyî ya Japonya ketiye û zerar nedaye hêmanên hewayî û deryayê yên li herêmê.

Hêjayî gotinê ye, ev ceribandin di çarçoveya tetbîqata “Mertala Azadiyê” de ku di destpêka hefteyê de ji aliyê artêşa Koreya Başûr û Amerîkayê ve hatibû destpêkirin û wê heta 23yê Adarê bidome, hat kirin.