
PeyamaKurd- Koreya Bakur, bi daxuyaniyekê ragihand ku têkiliyên wê yên bi Rusyayê re ji bo parastina aştiyê û pêşîgirtina li gefên leşkerî yên "emperyalîstan" wekî "keleheke zexim" e.
Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Navendî ya Koreya Bakur (KCNA), Alîkarê Wezîrê Karên Derve Im Çon-il têkildarî têkiliyên Koreya Bakur û Rusyayê daxuyanî da û got,
"Hewildana Amerîkayê ya ji bo destwerdana van têkiliyan ji xeta sor derketiye. Washington, bi awayekî "bêbingeh" rexne li pêşxistina cîrantiya baş di navbera herdu welatan de dike.”
Im diyar kir ku bi helwesta 'rûbirûbûnê' ya Rojava 'têkiliyên Koreya Bakur û Rusyayê hanîn jor' û diyar kir ku ev têkilî ji bo parastina aştiyê, astengkirina pêkanînên kêfî yên emperyalîstan û gefên leşkerî wekî keleheke zexim û stratejîk e.
Im bal kişand ser vê yekê ku welat li hemberî welatên cîran dijminatiya vekirî heye û wiha got: "Hevpeymaniya leşkerî ya sê alî û Ukrayna Plansazê qeyrana NATOyê ye ku nîzama navneteweyî dixe xeterê û ji bo aştiya cîhanî xeterek cidî çêdike.”