image

PeyamaKurd – Berdevka Koşka Sipî ya Amerîkayê Karine Jean-Pierre ragihand ku rojane Amerîka 1 mîlyon varêl petrolê dixin bazarê û di nav vê mehê de wextê planê diqede. Piştî wext biqede, wê Amerîka ji petrola stratejîk petrolê nefroşe bazara Amerîkayê. Plana ku di meha adarê de destpêkiribû ku rojê 1 mîlyon varêl petrol bidin bazarê Amerîkayê di vê mehê de diqede. Jean-Pierre, weha got:

“Em nafikirin ku ji petrola stratejîk pertolê bidin bazarê. Eger nefroşin bazarê wê bihayê benzînê zêde bibe an na de, çi ji destê me were em ê bikin da bihayê benzînê daxin.”

Ji sala 1984 an heya niha miqdarê petrola stratejîk ya Amerîkayê di asta herî kêm de ye. Amerîka heya niha ji petrola dewletê 180 mîlyon varêl petrolê daye bazarê da bihayê petrolê zêde nebe.