image

PeyamaKurd – Koşka Sipî ragihand ku Biden naxwaze leşker bişîne Ûkraynayê. Berdevka Koşka Sipî Jen Psaki li Koşka Sipî civîna rojane ya çapemeniyê kir û bersivên pirsên rojnamevanan da.

Psaki got ku tehdîda Rûsyayê ya îşxala Ûkraynayê dewam dike lê texmîna wan tineye wê kengê îşxalê bikin. Psakî weha got:

“Em nikarin tiştên di serê Putin de derbas dibin bixwînin. Em ji bo her senaryoyê amade ne, rêya em dixwazin dîplomasiye lê em dibînin li ser sînor tevger zêdene.”

Psaki got ku niha Biden li ser perê Rojhilat yê NATO yê hûr bûye lê ji bo mijar zelal bibe dibêjim; niyet an daxawza Biden tine ku leşker bişîne Ûkraynayê.

Psaki got ku îro wê îro di asta bilind de rêvebir di mijara Ûkraynayê de agahî bidin lîderên kongrê û di rojên pêşiya me de wê brîfîng bidin endamên kongrê.