image

PeyamaKurd- Hikûmeta Kosovayê, piştî daxuyaniya Amerîkayê ya ku gotibû leşkerên Sirbî li ser sînorê Kosovayê hatine bicihkirin, daxuyanî da û bang hat kirin ku Sirbîstan hemû leşkerên xwe yên li ser sînor vekişîne.

Piştî ku Amerîkayê ragihand ku roja înê hejmareke zêde ya leşkerên Sirbî li ser sînorê Kosovayê hatine bicihkirin, ji Kosovayê daxuyaniyek hat dayîn. 

Di daxuyaniya hikûmeta Kosovayê de bang li Serokomarê Sirbîstanê Aleksandar Vucic û saziyên Sirbîstanê hat kirin û hat gotin ku "Hemû leşkerên li ser sînorê Kosovayê, demildest vegerînin."

Di daxuyaniyê de hat gotin ku "Şikandina leşkerên Sirbîstanê li ser sînorê Kosovayê, pêngava din a Sirbîstanê ye ku yekparebûna axa welatê me dixe xetereyê." 

Hat diyarkirin ku rêveberiya Prishtinayê, bi hevkarên xwe yên navneteweyî re di nav koordînasyonê de ye û hat gotin ku "Kosova ji her demê bêhtir bi biryar e ku yekîtiya axa xwe biparêze. Komara Kosovayê bi Amerîkayê û welatên Yekîtiya Ewropayê (YE) re ji bo tehdîdeke cidî ya Sirbîstanê di nav têkiliyê de ye. "