image

PeyamaKurd - Serokwezîrê Îsraîlê Yair Lapid di gotara xwe ya li Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) de, li ser çareserkirina pirsga navbera Filîstîn û Îsraîlê ragihand ku bijardeya du dewletî rêya herî baş a lihevkirinê ye,

Lapid got: “Bi Filistîniyan re ji bo du gelan, lihevkirineke du dewletî, ji bo aborî, ewlekarî û paşaroja zarokên me ya rast e.”

Yair Lapid da xuyakirin ku divê dewleta pêşerojê ya Filîstînê dewleteke aştiyaneke û gefê li dewlemendî û hebûna Îsraîlê nexwe.

Herwiha Lipad diyar kir, ji 17 sal berê ya vekişîna Îsraîlê ji Xezeyê heta niha bêhtirî 20 hezar roket û moşek avêtine erdên Îsraîlê û got: “Li vê avahiyê gelek caran ji me hat pirsîn ku çima me qedexeyên li ser Xezeyê ranekirin. Em amade ne ku sibê rakin. Tenê şertekî me heye, dev jî avêtina roket û moşekên hûn davêjin zarokên me berdin. Çekên xwe bavêjin, dê ti pirsgirêk nemîne.”