image

PeyamaKurd- Li gorî agahiyên hatin ragihandin, Wezîrê Karên Derve yê Rusyayê Sergey Lavrov, li ser rexneyên ku li dijî Rusyayê hatine kirin, Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya 77an, terikandiye.

Hat diyarkirin ku Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Antony Blinken di rûniştina 77emîn a Civata Giştî ya NYê ya li New Yorkê tê rêvebirin de axiviye û gotiye,

“Di vê hefteya ku piraniya cîhanê li Neteweyên Yekbûyî civiyaye, Putin ji bo agirê ku daye destpêkirin gurtir bike, destnîşankirina wî ya vê hefteyê nîşan dide ku ew Peymana NYyê, Civata Giştî ya NYyê û vê civatê kêm û biçûk dibîne.”

Di dewama agahiyan de hat diyarkirin ku Wezîrê Karên Derve yê Rusyayê Sergey Lavrov jî hem dereng beşdarî civînê bûye hem jî axaftina xwe kiriye û hêwan terikandiye.

Hat zanîn ku Wezîrê Karên Derve yê Ukraynayê Dmitro Kuleba jî bi çûyîna Lavrov tinaz kiriye û gotiye ku “Min ferq kir ku dîplomatên Rus jî hema bibêje wekî leşkerên Rus, bi lez û bez direvin”