
PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov ragihand, dema Amerîka ji Sûriyê vekişiya, Kurdan ji Rûsyayê alîkarî xwestiye û got, “Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) daxwaz ji me kir ku em pêwendiyên wan li gel hikûmeta Sûriyê asayî bikin.”
Sergey Lavrov di civîneke rojnamevanî de da xuyakirin, Kurd li Rojavayê Kurdistanê ne yekgirtî ne û gotiye, beşek ji Kurdên Sûriyê nêzîkî Amerîkayê ne û beşek din jî nêzîkî Tirkiyê ne û ew kurdên ku di Komîteya Nivîsandina Destûra Sûriyê de ne, nûnertiya hemû Kurdên Sûriyê nakin.
Wezîrê Derve yê Rûsyayê herwiha behsa ezmûna Kurdan a li Başûrê Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê jî kir û da zanîn, “Ezmûna Hewlêrê gelek cuda ye û di demên borî de min serdana Hewlêr û Bexdayê kir, civînên min li gel hemû aliyên Kurdî û Sûrî û Iraqî hebûn. Bi baweriya min, ew ezmûna ku Kurdên Iraqê pêwîst e bidin Kurdên Sûriyê jî.”
Sergey Lavrov got, hin alî dixwazin Sûriye û Iraqê bikin qada milmilaniyên xwe û rexne li siyaseta Amerîkayê ya derbarê Kurdan de girt û got: “Ti deman Amerîka çareseriyeke baş ji bo Kurdan nabîne.”