image

PeyamaKurd – Wezîrê karên derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov li New Yorkê di çarçova civîna giştî ya Neteweyên Yekgirtî de dîplomasiya xwe dewam dike û li ser pirsên medya Kurdistanê ramanên xwe diyar kir û got:

“Em diyaloga navbera Herêma Kurdistanê û hukumeta Iraqê bi dilxweşî dibînin û divê di navbera wan de li hev kirin hebe. Şîrketên Rûsyayê li Iraqê dixebitin. Bi Herêma Kurdistanê û hukumeta Iraqê re pêwendiyên me hene û başin. Erbîl û Bexda di mijara budçê û petrolê de pirsgirêkan dijîn.

Rewşa xwuya dike; her dû hukumet ber bi çareseriyê de diçin. Di mijarên din de jî divê nûnerên her dû terefan li hev bikin û arîşeyan çareser bikin.”