image

PeyamaKurd - Wezareta Derve a Rûsyayê ragihand ku wan nûnertiya xwe ya li nava NATOyê rawestandiye.

NATOyê demek berê bi hinceta sîxûrtiyê dikin belgeya baweriyê ya 8 nûnerên Rûsî yên li nav misyona NATOyê betal kiribû.

Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov wekî bersiva NATOyê îro Duşemê eşkere kir ku ew ji 1ê Mijdarê ve xebatên erka daîmî ya li nava NATOyê radiwestînin.

Lavrov wiha got: “Gava ku ji aliyê me ve hatiye avêtin li dijî kirinên NATO ye. Eşkere ye ku ji bo birêvebirina karên dîplomatîk rewş ne guncav e. Weke bersiv jî; Yekemîn, em ê şefê nûnertiya leşkerî jî di nav de, em ê mîsyona xwe ya daîmî ji 1ê Mijdarê ve rawestînin. Duyemîn, xebatên erka pêwendiyên leşkerî ya NATO li Moskowê tê betalkirin. Û sêyemîn jî wê xebatên buroya agahdarkirinê ya NATO li Moskowê were rawestandin. Ger NATO bixwaze tiştekî lezgîn ji bo me ragihîne jî dikare bi rêya sefareta me ya li Brûkselê bike.”