
PeyamaKurd – Serokomarê Îranê Îbrahîm Reîsî û Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov, li Tehranê civiyan.
Hat ragihandin ku di hevdîtinê de, ji bilî pêwendiyên duqolî, li ser pirs û mijarên herêmî û navnetewî gotûbêj hatiye kirin.
Li gorî ragihandina ajansa fermî ya Îranê IRNAyê, Reîsî di hevdîtinê de Amerîka bi dorpêçên aborî yên ser welatên serbixwe tohmetbar kiriye û herwiha gotiye, ew amade ne ji bo bidawîkirina şerê li Ukraynayê navbeynkariyê bikin.
Reîsî li dijî berfirehbûna NATOyê de nêrîna xwe bo Lavrov aniye ziman û gotiye, “Di rûdana van şer û pevçûnan bêguman rola Amerîka û NATOyê heye.”
Lavrov jî diyar kiriye ku Rûsya amade ye hevkariya stratejîk a ligel Îranê derxe asteke bilindtir.