image

PeyamaKurd- Serokê Dewleta Ukraynayê Volodimir Zelenskiy, ji bo beşdarî Lijneya Giştî ya 78emîn a Neteweyên Yekbûyî (NY) bibe çû Amerîkayê.

Volodimir Zelenskiy, di serdana xwe ya Amerîkayê de çû serdana leşkerên Ukraynayê yên li Nexweşxaneya Zanîngeha Staten Islandê tên dermankirin.

Li gorî agahiyên hatin ragihandin, Zelenskiy dê îro di civîna Neteweyên Yekbûyî de bi Wezîrê Karên Derve yê Rusyayê Sergey Lavrov re rû bi rû bimîne. 

Serokê Ukraynayê li ser pirsa ‘Gelo dema ku Lavrov di civîna Neteweyên Yekbûyî de biaxive, tu yê di hundir de bimînî û guhdariya gotinên wî bikî yan na?’ got ku “Bi rastî ez nizanim dê çawa bibe.”

Zelenskiy bertek nîşanî Neteweyên Yekbûyî da ku di vê pêvajoya ku Kremlîn êrîşên xwe yên li ser Ukraynayê berdewam dike û Sergey Lavrov beşdarî civînan dibe û axaftina xwe bi vî awayî berdewam kir:

"Me ev format hilnebijart. Heger Neteweyên Yekbûyî di wê baweriyê de ye ku divê dewleteke terorîst li wir hebe, ev pirsgirêka wan e."