image

PeyamaKurd – Seroka Komisyona Yekîtiya Ewropayê (YE) Ursula von der Leyen, piştî ku statuya berendamtiya Yekîtiya Ewropayê bo Ukraynayê hat dayîn, bi rêya vîdyo konferansê beşdarî civîna Parlamentoya Ukraynayê bû.

Leyen diyar kir ku endamtiya YEyê rêyek demdirêj e, lê ew ê heta dawiyê piştevaniya Ukraynayê di şerê dijî Rûsyayê de bikin û wiha axivî: "Çiqas dom bike bila bike, em ê piştevaniya bo Ukraynayê bidomînin. Heta ku hûn bi ser bikevin em ê bêhnvedanê nekin.”

Herwiha Leyen bal kişand ser bombekirina bajaran û diziya zadê Ukraynayê ji aliyû Rûsyayê ve û got, “Ez îro ji bo peyameke gelekî basît hatim. Li ber me rêyeke dirêj heye, lê wê Yekîtiya Ewropa di van rojên tarî yên şer de her kêlî li kêleka we be. Ez bi dahatuya Yekîtiya Ewropayê bawer im. Tekane sedema vê jî berxwedana Ukraynayiyan e.”

Hêjayî gotinê ye Konseya YEyê di civîna serokan a 23-24ê Hezîranê de statuya endamtiyê dabû Ukraynayê.