
PeyamaKurd – Li Afrîkayê yekemîn darbeya leşkerî ya sala 2022an pêk hat û Amerîka, Yekîtiya Ewropa û Neteweyên Yekbûyî darbe şermezar kirin.
Li Afrîkayê, Artêşa Burkîna Faso di televîzyona fermî ya welêt de destdanîna ser desthilatê û hilweşandina hikûmet û parlamentoyê ragihand. Serokê welêt jî pişt ku ji hewldaneke kuştinê rizgar bû, ji aliyê leşkeran ve hate girtin.
Di serdema desthilatdariya Joe Biden de ku xwe wek parêzvanê demokrasî û mafê mirovan li seranserî cîhanê dizane, ev darbeya şeşemîn e ku ji rojavayê Afrîkayê heta Başûrê Rojhilatê Asyayê ve tê kirin.
Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê daxwaz kir, serokê Burkina Faso yekser bê azadkirin û daxwaz ji hemû aliyan dike hêmin û aram bin û rêzê li destûrê bigirin.
Herwiha Sekreterê giştî yê Neteweyên Yekgirtî Antonio Guterres jî bi tundî derbeya leşkerî ya Borkina Faso şermezar kir.
Yekîtiya Ewropayê jî daxwaz kir serokê wî welatî û berpirsên din yên hikûmetê yekser bêne azadkirin.