image

PeyamaKurd – Li Afxanistanê li bajarê Badgîsê bi pileya 5.6 erdhej çêbû û li gor tesbîtên ewilî herî kêm 12 kes jiyana xwe ji dest dan. Ragihandina erdhejê ji aliyê Navenda Sîsmolojiyê ya Derya Sipî ya Awrûpa de hat kirin. Navend ragihand ku pileya erdhejê 5.6 e û 30 km di bin erdê de çêbûye.

Badgîs dikeve rojavayê bakûrê Afxanistanê û di encama erdhejê de 12 kes mirine û 15 kes birîndar bûne. Di erdhejê de gelek xanî xerabûne.

Qeymeqamê Qadesê Muhammed Salih Pordel ragihand ku di nav qurbaniyan de zarok û jin hene. Dibe jimara miriyan zêdetir bibe.