image

PeyamaKurd – Li Almanya li bajarê Hamburgê li taxa Hafedncity di şantiyekî de li pey hev teqîn çêbûn û paşî şewat derket. Polîsê Almanya ragihand ku agir vemirandine û ji bo ku dûman bandorê li xelkê neke pencereyên xwe venekin. Heya niha sedema teqînan nehatiye ragihandin lê îtfaiya Hamburgê li ser îhtîmala teqîna tupên oksijenê disekine.

Li ser şewat zêde bû seferên metroyê betal kirin û kolanan ji bo trafîkê girtin.