image

PeyamaKurd-Li eyaleta Michiganê ya Amerîkayê, bawer rabû. Hat ragihandin ku leza begerê, di saetê de 225 kîlometir bûye û di encamê de 2 mirî û bi dehan birîndar çêbûne.

Hat ragihandin ku bager li bajarokê Gaylordê yê eyaleta Michiganê ya Amerîkayê rabûye. Hat zanîn ku li bajarokê ku 4 hezar û 200 kes lê dijîn, ji ber bagera bi hêz; 2 kesan canê xwe ji dest dane û zêdetirî 40 kesan jî birîndar bûne. Li gorî ragihandina kesên ku bûne şahedê vê karesata xwezayî, li herêmê herî dawî di sala 1998an de bagerekî wisa bi hêz çêbûye.

Hat ragihandin ku vê bawera bihêz bi qasî 3 xulekan dewam kiriye lê belê gelek xanî, avahî, maşîn û barhilgiran jî daye ber xwe û û gelek deverên herêmê, ser û binê hev kiriye.